İbrahim Atmaca
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ÎDLIB
Dê û bavên ku mecbûr man û ji Xûtaya Rojhilat a ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed da ye, veqetiyan qala wan rojên tirsnak kirin ku zarokên wan tî û birçî man.
Rejima Esed û piştgirên wê ji bo ku herêma Xûtaya Rojhilat a paytext Şamê bi dest bixe, ji 19ê sibatê pê va bê navber êrîşan dike û di êrîşan da qismekî mezin ê herêmê tar û mar bû û bi sedan sivîlan lê can da.
Di êrîşan da bi deh hezaran malbat perçe bûn, bi hezaran zarok êtîm û sêwî man. Malbatên ji Xûtaya Rojhilat ji bo parastina endamên malbatê yên sax peymana texliyeyê ya di bin garantoriya Rûsyayê da qebûl kir ku werin texliyekirin.
Ji Xûtayiyên Rojhilat Înas Hawacaya ku li Îdlibê di navenda sitargehê ya Saedê hat bicihkirin ji nûçegihanê AAyê ra wiha got:
"Di heyama dawîn a dorpêçê da ez ducanî bûm. Dema ku hêzên rejimê nêzîk bûn em bi kincên ser xwe ji taxê derketin. Ji ber ku dema ez ducanî bûm min tiştekî xwarinê nedidît, zaroka min zedexwarî hat dinyayê. Qelb û mêjiyê zarokê qul bû, çavekî zarokê piçûk yek jî mezin wisa hat dinyayê."
Hawacayê diyar kir ku wê dergûşa xwe li Xamuriyeya navçeya Xûtaya Rojhilat li nexweşxaneyê razand û wiha dewam kir: "Ez rojek şûnda çûm dîtina dergûşa xwe, ez dîtim bi min ra keniya. Ez rojek şûnda dîsa çûm. Miribû, kefen lê pêçabûn."
Hawacayê bi bîr xist ku ew di mehên dawîn da li sitargehan man û wiha dewam kir: "Ji ber ku du rojan me nikaribû em ji sitargehan derkevin, em tî dibûn. Ji ber ku êrîşên esmanî bê navber dihatin kirin, me nikaribû em derkevin ser rûyê erdê. Ava bîrê sor gevez bûbû. Di nav da kurm hebûn."
Hawacayê ji bo wê tişta herî bi qîmet a ku li Xûtaya Rojhilat hîşt gora dergûşa wê ye û wiha dewam kir: "Piştî ku em hatin texliyekirin, em hatin Hemayê. Keça min a mezin li Hemayê mûz û porteqal bi qalikan va xwar, ji wê wetrê sêv pêlîstok e. Cara ewil dîtibû."