31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
ANKARA
Analîstên Rojhilata Navîn ên Amerîkî Andrew Self û Jared Ferrîs di gotara xwe de têkiliya di navbera PKK û PYDyê de bi daneyên terorîstên ku di pevçûnan de hatine kuştin va nîşan dan. Analîstên Amerîkî destnîşan kirin daneyên van pevçûnan nîşan didin ku di navbera HPG, PJAK û YPGyê da kordînasyoneke eskerî ya payebilind heye û wiha gotin "PJAK û PYD bi tenê rêxistinên girêdayî hevdu nînin, ew di heman demê da perçeyekî PKKyê ne jî."
Andrew Selfê ku li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pispor e û Jared Ferrîsê ku li ser Sûriyeyê û aktorên dervayî dewletê xebatên wî hene bi navê "Mirî Derewan Nakin: Ji Bo Lîstika Herêmî ya PKKyê Derkeve Holê Bikaranîna Daneyên Mirî" gotarek nivîsandin. Di gotarê de bi daneyan ve têkiliya PKK û PYDyê hat nîşandan.
Analîstên Amerîkî ji 2 hezar û 500î zêdetir terorîstên PKKyî, PJAKî an jî YPGyî yên ku hatine kuştin wek dane bi kar anîn.
Ji bilî daneyên terorîstên ku di pevçûnan de hatine kuştin, analîza PJAKê ya ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê amade kiriye, rapora YPGyê ya ku Koma Krîzê ya Navneteweyî amade kiriye, hevdîtinên bi rayedarên eskerî yên Tirk re hatine kirin, agahiyên rojnamevanên ku çûne Qendîlê, rapor û maqaleyên lêkolînerên ku çûne qadê têkiliya di navbera rêxistinan de nîşan didin.
- Dêrik beriya YPGyê endamê avaker ê PKKyê bû
Di gotarê de hat destnîşankirin PKK, PYD û PJAK ji Qendîlê bi rê va tên birin û wiha hat gotin: "Di adara sala 2011an de li Sûriyeyê beriya ku protesto dest pê bikin Salih Muslim di meha nîsanê de vegeriya Sûriyeyê û dest bi xebatên siyasî û eskerî kir. Gelek çavkanî dibêjin PKKyê wê demê hezar heta wisa ku du hezar milîtanên xwe şandiye Sûriyeyê ku ew piştgiriyê bidin avakirina YPGya şaxa PYDyê. Avakerê YPGyê fermandar Xebat Dêrik jî di nav van milîtanan de bû. Beriya YPGyê ew endamê avaker ê PKKyê bû û wekî fermandarekî payebilind tê nasîn. PYD her çiqas înkar bike ku milîtanên xwe neşandine Sûriyeyê jî daneyên kuştiyên di pevçûnan de nîşan didin ku komeke PKKyiyan çûye Sûriyeyê."
Der barê kesên ji Sûriyeyê yên ku beşdarî HPGyê bûne û di pevçûnan de hatine kuştin de jî hin dane hatin eşkerekirin. Hat gotin di sala 2010an de rêjeya Sûriyeyiyan ji sedî 14 bû, lê ev rêje di sala 2011an de dakete ji sedî 9an û di nav 10 salan de rêje dakete asteke pir kêm.
Gotarê wiha dewam kir: "Piştî ku PJAKê di eniya Îranê de ji bo agirbestê bang kir, rêjeya Îraniyên ku gihîştin refên HPGyê bûbûn û hatine kuştin ji sedî 4 zede bû. Ji sala 2011an heta 2015an hejmara Îraniyên hatine kuştin jî hema hema gihîştiye rêjeya 2001-2010an. Ev rêje nîşan didin ku PKK ji bo kadroya sereke ya YPGyê ava bike milîtanên Sûriyeyî şandine Sûriyeyê. Li eniya Sûriyeyê hewcedariya PKKyê terorîstan hebû. Ji bo vê PKKyê mînaka avakirina PJAKê şopand û kadroyeke sereke ya ku ji Sûriyeyiyan pêk tê ji bo ku piştgiriyê bidin YPGyê şand Sûriyeyê. Di vê navberê de di eniya Tirkiyeyê de PKK rastî zexteke eskerî hat. Wê demê jî hêzên xwe yên YRKyê kişand nav refên HPGyê û kuştî jî wekî yên HPGyê nîşan dan. Ev zêdebûna îstatîstîkî ji ber kêmbûna Sûriyeyan an jî zêdebûna Îraniyan çêbûye gelo? Di vê mijarê de her çiqas nediyariyek hebe jî tesîra herdu faktoran jî heye."