Nihat Kavşut
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2018
NEW YORK
Prof. Dr. Norman Finkelsteînê zanyarê siyasetê yê ji Amerîkayê Îsraîlê rexne kir û wiha got: "Têkiliya Xezeyê bi derva ra hatiye qutkirin û her diçe jî jiyana li Xezeyê dijwartir dibe."
Finkelsteîn li Zanîngeha Columbiayê axivî û balê kişand ser rewşa însanî ku ji ber dorpêça Îsraîlê li Xezeyê diqewime.
Prof. Dr. Norman Finkelsteîn destnîşan kir ku Xeze bi afateke însanî ra rû bi rû ye û wiha xeberda: "Têkiliya Xezeyê bi derva ra hatiye qutkirin û her diçe jî jiyana li Xezeyê dijwartir dibe."
Norman Finkelsteîn diyar kir Îsraîlê di 2008an û 2014an da operasyonên curbecur birin ser Xezeyê û êrîşî sivîlên li Filistînê kir û got ku Îsraîl dijî Filistînê "sûcê şer" dike.
Finkelsteîn daxuyaniyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan yên li ser Filistînê û êrîşên dijî sivîlan rexne kir û got di operasyona Îsraîlê ya 2014an da li Xezeyê ji hezar û 400î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Prof. Dr. Norman Finkelsteîn piştî xeberdanê pirsên nûçegihanê AAyê bersivand û li ser pirsa der barê biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da ku biryar dabû Qudsê wek paytextê Îsraîlê nas bike wiha got: "Tu qîmeteke biryarê tuneye. Biryara şexsekî ye. Ji bona biryarê piştgiriyeke xurt tuneye. Civaka navneteweyî biryar qebûl nekir."
Finkelsteîn Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê bi "nijadperestiyê" sûcdar kir.