Elif Orhan
20 Îlon 2016•Rojanekirin: 21 Îlon 2016
NEW YORK
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî û got ku bila Lijneya Giştî ya 71emîn serkeftî derbas bibe, ji bo hemû welêt û gelan encamên serkeftî derxîne holê.
Erdogan destnîşan kir ku di çaryeka ewil a sedsala 21emîn de mirov ji aliyê zanist, teknolojî, pêşketina aborî û şert û mercên tenduristiyê ve di heyama herî pêşketî de ye û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Rûyekî tarî yê vê dîmenê ronak ê ku mirov jê fêdî dike jî heye. Li Sûriyeyê, li Iraqê li gelek welatên ku di pençika teror û şer de dinale bi sedhezaran zarok, jin, ciwan û kal û pîr tên kuştin. Penaberên ku ji mirin û zilmê direvin li bajarên Ewropayê rastî miameleyên ku mirov biçûk dibîne re rû bi rû dimînin. Rêxistinên terorê yên wekî DAEŞ, El Nûsra û PYD/YPGyê çalakiyên xwe yên li herêmê berdewam dikin. Xetere heye ku îxtilafên li Qafqasyayê biguhere pevçûnan. Ji Yêmenê heta Ûqraynayê gelek pirsgirêk li benda me ne. Ji aliyê din ve li gelek welatên dinyayê mirov di nav birçîbûn, nexweşiyên şofî, sefalet û cehaletê de ne. Ev dîmeneke wisa ye ku rûmet û wijdana mirovahiyê birîndar dike. Ya girantir jî piraniya van qeyran û pirsgirêkan di rastiyê de wisa ne ku mirov dikare bi hêsanî çareser bike. Aramî, gumrahî û ewlehiya nifşên bê piranî girêdayî van pêngavên ku dê em ji îro ve biavêjin û tevdîrên ku em ê bigirin e. Wext ew wext e ku em di nav berpirsyariya wijdanî de serokatiyê bikin û ser pirsgirêkên xwe de biçin."
- "Heke hûn dijî FETO têkoşînê nedin dibe ku sibê dereng be"
Serokomar Erdogan di axaftina xwe de li ser FETO jî sekinî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke ku ez îro li hemberî we bim va ye ev yek bi saya helwesta wêrek û esîl a gelê me ye. Bila neyê jibîrkirin ku teşebûsa derbeyê ya li Tirkiyeyê di heman demê de li ser demokrasiya dinyayê jî hat kirin. Gelê me wê şevê derseke dîrokî da dilxwazên derbeyê û ji bo hemû gelên ku ji demokrasiyê bawer dikin jî bû çavkaniya îlhamê. Ev rêxistina terorê ya nifşa nû ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo 170 welatên ku lê heye tehdîdeke ewlehiya neteweyî ye. Bi gotineke din piraniya welatên ku îro di lijneya giştî de tên temsîlkirin di bin tehdîda vê rêxistinê de ne. Ev rêxistin di nav rêşaşiyeke zihnî ya ku ji Tirkiyeyê wêdetir daxwaza ku hemû dinyayê hilgire bin emrê xwe de ye."
"Stratejiya bingehîn a rêxistinê (FETO) di dilqê perwerde, diyalog, xweşbînî û saziyên civakî yên sivîl de bikeve saziyên dewletê, tesîrê civakê bike û bibe hakimê çavkaniyên aboriyê. Em ji vê kursiyê ji bo ewlehiya wan bi xwe, ji bo dahatûyên welatê wan bangî hemû dostên xwe dikin ku dijî Rêxistina Terorê ya Fethullahî demildest bergiriyên hewcedar bigirin. Tiştên ku hatin serê me bi tecrûbeyê li ber çavan e ku di vê merhaleyê de heke hûn dijî FETO têkoşîn nedin dibe ku dereng be. Bi vê wesîleyê ez dixwazim diyar bikim ku tu eleqeya gotinên wekî "tirk, Tirkiye" yên ku ji aliyê kesên girêdayî vê rêxistinê û saziyên vê rêxistinê ne tên bikaranîn bi welatê me re tune."
- "Yekîtiya Ewropayê sozên ku da bi cî neanî"
Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyê heta niha 25 milyar dolar xerc kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Xerckirina STK û şaredariyên me jî ew qas heye. Ango bi tevahî 25 milyar dolar pere hatiye xerckirin. Baş e lê ji dinyayê ji me re çi hat? Ji NYya ku em niha di bin banê wê de ne ji me re 525 milyon dolar piştgirî hat. Êdî? Êdî tu tiştekî din tune. Baş e lê tiştekî ku ji YEyê hat heye? Mixabin ku YEyê jî sozên ku da me nekarî ku bi cî bîne. Tenê yê ku ji UNICEFê re şandin 178 milyon dolar e, ew qas. Lê belê di vê mijarê de ji bo Tirkiyeyê tu arîkarî tune. Em ji serî mijarê ve bi baweriya ku ev mijar pirsgirêka hemû mirovahiyê ye bi aktorên herêmî û gerdûnî re di nav hevkarî û têkiliyê de tevbigerin. Me nedikariya ku em hember vê qiyameta sûriyeyiyên cîran û eqrebayên me ne bêdeng bimînin, neman."
Erdogan destnîşan kir welatê ku herî zêde girîngî dide yekîtiya axa Sûriyeyê û parastina yekîtiya siyasî Tirkiye ye û wiha axivî: "Bi tu awayî çavê me li axa Sûriyeyê tune. Sûriye ya sûriyeyiyan e. Divê çavê tu kesî li axa Sûriyeyê nebe."
- Herekata Mertala Firatê
Erdogan qala Herekata Mertala Firatê jî kir û wiha axivî: "Herekata Mertala Firatê ya ku bi piştgiriya ku me da mixalifên Sûriyeyê dest pê kir li herêmeke ku lê bêhêvîbûn serdest e, îstiqrar, aramî û hevseng ji nû ve bê tesîskirin gelekî girîng e. Bi vê operasyonê bi awayekî eşkere derket holê ku girîngiya PKK, PYDya rêxistina terorê têkoşîna dijî DAEŞê nîne. Operasyon bû wesîle ku jixwebaweriya hêmanên mixalif ên erênî yên li Sûriyeyê dîsa bê cî. Heta vê geşedanê wêrekî da hêzên herêmî yên li Iraqê yên dixwazin ku Mûsilê ji terora DAEŞê xilas bikin."
- "Em divê di mijara herêma ji firê re qedexe de bi hev re bixebitin"
Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide ku seranserê sînorên Sûriyeyê herêmeke ewledar bê avakirin û wiha axivî:
"Bi saya Herekata Mertala Firatê ya li Cerablûsê gelê herêmê vedigere malên xwe. Me ji bo ku em cêyran û binesaziya avê dîsa bidin demildest dest bi xebatan kir. Heyva Sor, AFAD û saziyên me yên civakî yên sivîl hewcedariyên gelê herêmê bi cî tîne. Em dîsa plan dikin ku wê herêmê cî û warên ku tê de her cure teçhîzatên civakî hene û penaberên ku derketine derveyî welêt jî bikarin bi kar bînin ava bikin. Ji bo vê yekê divê ji bo ku cihên ku me kirin qadên ewledar wek herêma ji firê re qedexe bê îlankirin helwesteke biryardar nîşan bidin û hemû bi hev re bixebitin."