Wezîrê Parastinê yê Hollandayê yê berê Jorîs Voorhoeve di daxuyaniya ku da nûçegihanê AAyê de destnîşan kir ku di Herba Bosnayê de alîkariya hewayî nedan leşkerên Hollandayê yên ku li herêma bi ewle wezîfedar bûn, heke Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarî bidaya wan dê ew qetlîam çênebûya.
Wezîrê Parastinê îfade kir ku welatên koalîsyonê, bi peymaneke ku ni nav xwe de îmzekiribûn ev biryar girtibû ku alîkarî nedin.
Voorhoeve di pirtûka xwe ya ku nû derket piyaseyê ya bi navê "Herêmên Biewle" de jî bi berfirehî li ser mijara alîkariyê sekinî û destnîşan kir ku ev peyman di navbera Fransa, DYA û Îngilistanê de hatiye îmzekirin. Voorhoeve got ku du sal berê dema lêkolîn dikir li wan belgeyan rast hatiye û wiha xeberda:
"Ratko Mladîçê generalê sirpî wê serdemê komeke leşkerên Fransî û Îngilîz rehîn girtibû. Jacqûes Chîracê Serokomarê Fransayê yê wê serdemê, John Majorê serokwezîrê Îngilistanê û Serokê DYAyê Bîll Clînton ditirsin ku bi leşkerên ku rehîn girtine tiştek bikin û ji ber vê yekê biryar didin ku alîkariya hewayî nedin. Erkdarên Îngilîz û frensî pêşniyaza peyman çêkirinê dikin. Yanî alîkariya hewayî ji ber vê peymanê nedan."
Voorhoeve wiha axivî: "Di dema ku bûyerên Srebrenîtsa qewimîn de, yekeya leşkerî ya Hollandayê, 9 caran daxwaza alîkariya hewayî kir; lê ev nehat bi cih anîn. Min berê jî ev texmîn dikir lê di destê min de belge tunebûn."
Wezîrê Parsatinê Voorhoeve destnîşan kir ku heke alîkarî dabûna leşkerên hollandayî dê qetlîama li Srebrenîtsayê neqewimiya û wiha dewam kir: "Heke NY alîkariya ezmanî dabûya dê rê li ber qetlîamê bihata girtin. Ku rê li ber negirta jî dê hejmara kesên ku mirin kêm bûya û encam bi vî qasî dilsoj nebûya."
Jorîs Voorhoeve got ku dema ew li vê peymanê rast hat şaş û metel bû û wiha axivî: "Em çi bikin jî em nikarin wan însanên me yên ku mirin paşve bînin. Ji ber şaşiyên ku wê serdemê hatin kirin ev encam derket holê. Dema ku min pirtûka xwe dinivîsî jî ez çûm herêmê. Keraseteka mezin hatiye serê wan. Mirov êş û jana wan ji dil û can ve hês dike."