Azat Muhammet, Muhammet Kurşun
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
HEWLÊR
Cîgirê Serokê Lijneya Navxweyî û Asayişê li Parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî, ragihand ku, "Îdî ji PKKyê qebûl nakin ku gundên Herêma Kurdistanê dagir bike, tunêlan vede, bajaran wêran bike û xelkê birevîne."
Herkî, dagirkariya rêxistina terorî PKKyê û hebûna wê ya li deverên cuda cuda yên PKKyê û hevarmanciya wê digel Heşda Şebî ji bo peyamnêrê AAyê şirove kir.
Wî siyasetmedarê kurd diyar kir ku PKK digel welatên şiî hereket dike û got: "PKK li Herêma Kurdistanê ajendaya welatên şiî bicih dike. Yek ji wan ajendayan jî dijminiya serxwebûn û dewleta kurdî ye. Herwiha dixwazin li şûna dewleta kurdî Hîlala Şiî durist bikin. Ew Hîlala Şiî jî li Herêma Kurdistanê ji Xaneqîn, Mexmûr dest pê dike heta Şengalê tê û ji wir diçe Sûriya û çend welatên din. Helbet ji Îranê dest pê dike."
Der barê mewcûdiyeta PKKyê li Herêma Kurdistanê de jî wiha axivî:
"Tu hêzeke ne fermî nikare li Herêma Kurdistanê bicih bibe. PKK grûbeke ne fermî ye. Ne tenê li Herêma Kurdistanê li seranserê dinyayê wisa ye. Hebûna PKKyê li vê derê binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Kurdistanê hezar û 600 şehîd û 11 hezar birîndar ji bo bêrêziya PKKyê li hemberî neda."
- "PKK ji bo êrişên terorîstî tunêlan vedide"
Herkî got PKK tunêlan ji bo armancên tarî vedide û wiha dewam kir: "PKK ji bo êrişên terorîstî wan tunêlan vedide. Duristkirina tunêlan di nav gund û bajaran de li sînorê Dihokê tenê ji bo kiryarê terorîstî ye. Îca dema kirina êrişa terorîstî de PKK bi xwe dizane."
Li ser têkiliya PKKyê û Heşda Şebiyê jî got:
"PKK li hemû deverên Herêma Kurdistanê û Şengalê destê xwe xistiye destê Heşda Şebî û dimeşe. Îran arîkariya wan dike. Lewra armancên wan ên hevbeş hene li Kurdistanê. Ew jî dijminiya kurdan û duristkirina Hîlala Şiî ye."