04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrişa bi bombe ya li metroya St.Petersburga Rûsyayê da hatin kuştin gihîşte 14an.
Veronika Skvortsovaya Wezîra Tenduristiya Rûsyayê daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 11 kes li dewsa teqînê, 3 kes jî li nexweşxaneyê mirin.
Skvortsovayê destnîşan kir ku dermankirina 49 kesan jî li nexweşxaneyên dorberê dewam dike.
Wek mayîn ji ber teqînê li bajarê St.Petersburgê ji bo rojekê şîn hat îlankirin.
Vladîmîr Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê jî bi şev hate rawestgeha Enstîtuya Teknolojiyê ya metroyê ya ku lê teqîn çêbibû û qerenfîl danî wê derê.
Do li St.Petersburgê di navbera îstasyonên metroyê yên Meydana "Sennayayê" û "Enstîtuya Teknolojiyê" da teqîn çêbibû, di êrişê da 14 kes hatibûn kuştin û ji 40î zêdetir kes jî birîndar ketibûn.
Serdozgeriya Rûsyayê diyar kiribû ku eva teqîna êrişa terorî ye û lêpirsîn dabû destpêkirin.