Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTOM) daxuyand ku yek C-17 û 3 heb jî C-130 balafirên kargoyê 76 kolî danîn Çiyayê Şengalê. Hat ragihandin ku balafirên şer ên DYAyê jî bi balafirên alîkariyê re çûn û hatin.
DYAyê bi tevkariya hikûmeta Iraqê berê jî çar caran ji hewayê ve alîkariya însanî dabû êzdiyên ku ji ber êrîşên DÎŞIyê revîn û xwe sipartin Çiyayê Şengalê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku artêşa DYAyê ji bo alîkarî dayina êzdiyan bi Wezareta Karên Derve, Ajansa Navneteweyî ya Pêşvebirinê ya DYAyê, Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û saziyên civakî yên sivîl re hevkarî kir.