22 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
SAN JOSE
Li Calîfornîaya eyaleta DYAyê ji ber şiliyê avê da ser hin malan, 200 kesên ku di malan da mehsûr man bi kelekan hatin xilaskirin.
Şiliya ku ev bi rojan e dewam dike dibe sedema zirareke mezin.
Herêmeke li San Joeya li başûrê San Francîscoyê bi tevahî di binê avê da ma. Ekîbên wezîfedar di 60ê zêdetir mal û dehan wesayîtan da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.
Departmana şerîf û ekîbên agirkujiyê ji bo xilaskirina hin kesên avahiyan da bi kelekan dixebitin. 200 kesên avê dabû ser malên wan û hatin tehliyekirin bi destê Şaredariya San Joseyê va di sitargehan da hatin bicîkirin.
- Bendav û lehiyê afat mezin kirin
Mîtch Matlowê ji ekîba agirkujiyê diyar kir ku ava ku ji Bendava Andersonê kişiya û tevlî ava Çemê Coyoteyê bû lehî mezin kir û bû sedema zirareke mezin.
Matlow destnîşan kir ku ji 60 malî zêdetir avahiyan welatî tehliye kirin, xêncî vê jî heywanên li herêmê jî xilas kirin.