Haydar Şahin
21 Gulan 2020•Rojanekirin: 21 Gulan 2020
Hêzên Artêşa Libyayê ji hewayê operasyon birin ser milîsên Hefter ên li nêzî bajarê Sîrteyê.
Mihemed Kanunuyê Berdevkê Artêşa Libyayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku li Meraha herêma Sîrteyê operasyon birin ser milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yê li rojhilatê Libyayê.
Kanunu destnîşan kir ku êrîş birin ser kozikên milîsan, mirî û birîndar 12 milîs hatin berterefkirin. Kanunu bangî gel kir ku bira ji herêmên eskerî dûr bisekinin.
Berdevkê Kanunu diyar kir ku hêzên hewayê li gor pîlanê li Weşkaya herêma li nêzî Terhune û Sîrteyê firînên çavdêriyê dikin.
Kanunu duh bi şev daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ji hewayê 5 operasyon birin ser Terhuneyê.