24 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê di operasyona li hember rêxistina terorê de, li herêma çemê Cehennemê di navbera terorîstan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket. Li gor agahiyên ewil 9 terorîst hatin kuştin.
Li Îdilê operasyona li hember rêxistina terorê dewam dike. Ji ber vê li navçeyê di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn dewam dikin.
Li gor agahiyan li herêma çemê Cehennemê di navbera terorîstan û hêzên ewlehiyê de pevçûn derket û 9 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku li herêmê car caran pevçûn dewam dikin û hejmara terorîstên ku tên kuştin dibe ku zêde bibe.