Abdullah Tel
09 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2020
Artêşa Lîbyayê diyar kir ku ew digel binpêkirina milîsên Xelîfe Hefterê serkêşê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê welêt, girêdayî agirbestê ne.
Berdevkê Artêşa Lîbyayê Mîralay Mihemed Kûnûnû di peyama ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da ragihand ku cihê kesên li hemberî gelê Lîbyayê sûcan dikin civatên lihevanînê nînin cihên wan eywanên dadgehê ne.
Di peyama xwe da Kûnûnû got: "Artêşa Lîbyayê li gor wê peymana agirbesta ku Neteweyên Yekbûyî pêşîkêşî kiribû wê tevbigere û girêdayî wê ye. Lê milîsên Hefter li Sîrteyê herî kêm 8 caran agirbest binpê kirin û eskerên peretî hê jî tên anîn û ji bo wan cihên kampê tên avakirin. Em tu lihevkirineke ku navê Hefterê 'sûcdarê şer' tê da derbas dibe qebûl nakin."
Wezîrê Parastinê Selahaddîn en-Nemrûş di 7ê Berfanbarê da got: "Em Neteweyên Yekbûyî û welatên ku li Lîbyayê aştî û lihevkirinê diparêzin hişyar dikin, heke hefsarê Hefterê sûcdarê şer neyê zeftkirin û pêşî li guhnedayîna wî neyê birîn em ê ji peymana eskerî ya 5+5ê vekişin."
Li Cenewreya bajarê Swîsreyê di encama civînên Komîteya Eskerî ya Hevpar a 5+5 ku di navbera 19 û 23 Cotmehê hat kirin da ji bo aliyên li Lîbyayê peymana agirbestê ya mayînde hatibû îmzekirin.
Nûnera Mîsyona Piştevaniya Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSMIL) Stephanie Williams di daxuyaniya berê dabû da gotibû ku kesên li Lîbyayê agirbestê binpê bikin wê rastî mueyîdeyên Neteweyên Yekbûyî bên.