İbrahim Atmaca
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî artêşa Myanmarê ku "Li dijî jin û zarokên keçik ên Arakanî destdirêjî û şideta cinsî kir" li "lîsteya şermê" zêde kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres rapora xwe ya li ser bûyerên şideta cinsî yên li herêmên pevçûnê qewimîn rapora xwe radestî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Di raporê da bal hat kişandin, li 19 welatên ku li herêmên wan pevçûn hene bi destê aktorên piraniya wan bi dewletê ra têkildar nînin sûcên destdirêjî, koletiya seksê, zexta fuhşê û bi zorê kurtaj kirine.
Li gor raporê destdirêjî û şideta cinsî di pevçûnan da "wek çek hatin bikaranîn". Her wiha bal hat kişandin ku artêşa Myanmarê li dijî misilmanên Arakanî şidet kirine.
Bi sedema ku artêşa Myanmarê "Li dijî jin û zarokên keçik ên Arakanî destdirêjî û şideta cinsî kir" li "lîsteya reş" an jî "lîsteya şermê" ya rapora Neteweyên Yekbûyî hat zêdekirin.
Di raporê da wiha hat gotin: "Artêşa Myanmarê ji bo ku Arakanî ji Myanmarê derkevin û nehêlin paşve vegerin, şideta cinsî wek amûrek bi kar aniye û civata Arakanê tirsandine û bi komî ceza kiriye. Dest dirêjî jin û zarokên keç ên Arakanî ku ji Myanmarê revîne kirin û û bûyerên wek destdirêjiya komî anîne serê wan."
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 25ê tebaxa 2017an vir va ji 700 hezarî zêdetir Misilmanên ji Arakanê xwe spartine Bangladeşê.
NY û, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî zilm û zexta li ser Misilmanên ji Arakanê wek "komkujî", "paqijiya nijadî" bi nav dikin.