İbrahim Atmaca
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 17 Nîsan 2018
ÎDLIB
Li Sûriyeyê rejima Beşar Esed îdia kir ku êrîşî baregehên wan ên esmanî yên li paytext Şam û Humsê kirin.
Li gor îdiaya SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya rejima Esed, piştî nîvê şevê fuzeyên ku nayên zanîn bê ka aîdê kê ne, ketin asîmanê bajarê Humsê
SANAyê îdia kir ku pergala parastina esmanî fuze xistin.
Çavkaniyên nêzî artêşa rejimê jî îdia kirin ku li Şamê baregeha esmanî ya eskerî ya Dumeyrê jî bû hedef, piraniya fuzeyan hatin daxistin.
Amerîka, Îngiltere û Fransayê piştî êrîşa ku rejima Sûriyeyê li bajaroka Dûmayê bi çeka kîmyayî pêk anîbû û di encamê da 78 sivîl hatibûn kuştin, şemiya çûyî li baregehên rejimê yên li Şam, Hums û Helebê dabû.
Rejimê piştî êrîşên 14ê nîsanê jî îdia kiribû ku pergala wan a parastina esmanî piraniya fuzeyan daxistibû.