Ali Semerci,Turgut Alp Boyraz
30 Mijdar 2023•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2023
Artêşa Îsraîlê çend deqîqe beriya kutabûna "navbera însanî" ya li Xeta Xezeyê daxuyanî da û diyar kir ku ev navber hat dirêjkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji artêşê hat dayîn da nehat gotin bê ka "navbera însanî" çend rojan hat dirêjkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi hewildanên navbeynkaran berdana hêsîran wê dewam bike û li gor şert û mercên mitabaqatê navberdayîna operasyona wê dewam bike."
Ji aliyê din va Hemasê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, biryar hat dayîn ku "navbera însanî" rojekê were dirêjkirin.
Qetera ku di navbera Îsraîl û Hemasê da navçêtî kir jî daxuyaniyek da û dirêjkirina "navbera însanî" piştrast kir.