Hamdi Yıldız
22 Gulan 2025•Rojanekirin: 23 Gulan 2025
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku dê êrîşê bike û xwest ku sivîlên li bakurê Xeta Xezeyê herêmê texliye bikin.
Avîchay Adraeeyê Berdevkê Artêşa Îsraîlê di nexşeya ku li ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê parve kir da ji bo hin herêmên li bakurê Xezeyê hişyariya texliyeyê da.
Adraee bangî Filistîniyên li "Xabn, Şeyma, Fedus, Menşiye, Şêx Zayîd, Selatîn, Kerame, Projeya Neyt Lahiyeyê, Zuxur, Til Zater, Nur, Ebdurehman, Nahda û Kampa Cîbaliyayê" yên li bakurê Xezeyê kir ku herêmê biterikînin.
Adraee da zanîn ku hişyariya texliyeyê ya ji bo herêmên navborî ji bo navendên hêwirînê jî derbasdar e û got ku "Ev hişyariya dawîn a berê êrîşê ye."
Berdevkê Artêşa Îsraîlê got ku sivîl ji bo ewlehiya xwe divê demildest berê xe bidin başûr.