Buğrahan Ayhan
09 Sibat 2026•Rojanekirin: 10 Sibat 2026
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê ya zêde hat dayîn.
Li gorî Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, sibê ji serê sibehê pê va li Erzirom, Agirî û dora Bidlîsê û deverên bilind ên Bîngol, Tuncelî û Mûşê berfeke zêde tê payîn.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî talûkeya şepeyê, qeşa, qiravî, bager û astengiya di hatin û çûyînê da hişyar û baldar bin.