Mustafa Deveci,Ahmet Karaahmet
28 Mijdar 2025•Rojanekirin: 28 Mijdar 2025
Artêşa Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê di ser bajarokeke li ser bi Quneytrayê da girt û 2 jê zarok, 2 jê jin 13 kes kuşt. Her wiha di pevçûna ku derket da 3 jê giran 6 eskerên Îsraîlê birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên çapemeniya Sûriyeyê, eskerên Îsraîlê êrîşî bajarokê Beyt Cinê yê li herêma Quneytrayê kirin.
Hat diyarkirin ku di dema serdegirtina eskerên Îsraîlî da ku hewl didan bi zorê hin kesên li bajarokê bigirin, pevçûn derketiye.
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê di dema êrîşê da bi helîkopteran piştgirî da eskerên ku êrîş li dar xistin.
Her wiha hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bi topan hin deverên Beyt Cinê hedef girtiye.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye, di pevçûnê da herî kêm 2 jê zarok, 2 jê jin 13 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Rayedarên Sûriyeyê hê derbarê êrîşê da tu daxuyanî nedane.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîş piştrast kir.