Bekir Aydoğan
14 Nîsan 2021•Rojanekirin: 15 Nîsan 2021
Dezgeha Dijeteroriya Asayişa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ragihand ku bi mûşekekê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedef.
Dezgeha Dijeteroriya Asayişa HKIyê li ser hesabê xwe yê fermî yê li ser toreke komelayetî ragihand bi mûşekekê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bûye hedef.
Ji aliyekî din ve jî Wezareta Navxweyî ya HKIyê bi daxuyaniyekê ragihand, "Dezgehên peywendîdar ji bo lêkolîn û bidûdeçûnê hatine arastekirin."
Wezaretê di daxuyaniyê de heriwha got, "Piştre wê hûrgiliyên derbarê bûyerê de wê bên belavkirin."