Bekir Aydoğan
15 Nîsan 2021•Rojanekirin: 16 Nîsan 2021
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî êrîşên dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û baregeha Tirkan a li Başîkayê bi tundî şermezar kir.
Barzanî li ser hesabê xwe yê Twîtterê êrîşên dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û baregeha Tirkan a li Başîkayê şermezar kir û got ev êrîş wê rê li ber rageşiyeke zêde û bêîstiqrariya Iraqê veke.
Barzanî got ev êrîş zirareke mezin didin berjewendiyên neteweyî yên Iraqê.
Barzanî anî ziman divê ev êrîşên dewam dikin cidî bên nirxandin, HKI û Iraq ji bo dijî komên ku van êrîşan dikin têkoşînê bidin piştgiriya koalîsyona navneteweyî hildin û hevkariyê xurttir bikin.