Türkan Tosun
20 Gulan 2020•Rojanekirin: 20 Gulan 2020
Bajarê Esabîayê ya li başûrê Trablusa paytextê Libyayê ye piştî ku hêzên çekdar ên nemeşrû ji bajêr derketin, biryar da ku beşdarî hikûmeta Libyayê bibe.
Li ser hesabê medyaya civakî ya Meclisa Civakî ya Qebîleyên Esabîayê hat daxuyandin qebîleyan hevdu şêwirîne û biryar dane ku ew beşdarî hikûmeta meşrû ya Libyayê bibin.
Bajarê Esabîayê 45 kîlomêtro başûrê Trablusê ye, ji ber ku li ser rêya bajarê stratejîk Terhuneyê ye cihekî girîng e.
Artêşa Libyayê duh êvarê ddaxuyaniyeke nivîskî weşandibû û bangî milîsên Xelîfe Hefter ên li başûrê Trablusê û bajarê Terhuneyê kiribû ku ew teslîm bibin.