Wezîr Davutoglu di hesabê xwe yê twitterê de diyar kir ku Nazim Supurgecî û Emrah Bahçeciyê ku di 24ê hezîranê de hatibûn revandin û Necîp Fazil Çoşkunsuyê ku ji 21ê hezîranê vir de xeber jê nedihat hildan li cihekî ku nêzîkî Balafirgeha Trablûsê hatine girtin.
Davutoglu got, "Welatiyên Tirkiyeyê duh li Tarhunaya ku 90 kîlometre dûrî Trablûsê ye serbest hatin berdan" û wiha domand:
"Hêca li Humusê bi destê Serkonsolosê me teslîm hatin hildan. Piştî ku teslîm hatin hildan min bi wan re xeber da. Rewşa wan baş e, bi malbatên xwe re jî axivîn. Niha em dixebitin ku di demeke kurt te welatiyên xwe bînin Tirkiyeyê."
Davutoglu di peyama xwe de nivîsî ku, "Ez carekê dîsa dibêjim ku bira ji welatî û malbata welatiyên me re derbasî be."