17 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
MOSKOVA
Serokê Servîsa Ewlehiya Rûsyaya Federal (FSB) Aleksandir Bortnîkov diyar kir ku balafira rêwiyan a Rûsyayê ya 224 rêwî tê debûn, li Misrê ji ber teqîna bombeya tê de hatibû bicîkirin, ketiye.
Di daxuyaniya Qesra Kremlînê de hat gotin ku Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi şev ji bo balafira Rûsyayê ku 224 rêwî tê de bûn û li Misrê ketibû bi Serokê FSBê Aleksandir Bortnîkov, Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû, Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov, Serokê Sererkaniyê Valeriy Gerasîmov û Serokê Serwîsa Îstixbarata Derve Mîhaîl Fratkov re civîn kir.
Di civînê de Bortnîkov rapor da Pûtîn û ragihand ku sedema ketina balafirê "êrîşa terorî" ye û wiha pê de çû: "Di encama lêkolînên ku bi dawî bûn de derket holê ku teqemeniyeke ji derveyê welêt nehat tespîtkirin. Li gor rapora pisporan dema balafir li hewayê bû bombeyeke bidestçêkirî ya bi qasî kîlogramekê teqiya."
Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn diyar kir ku welatê wî cara ewil nîne ku rastî "êrîşên terorî yên wiha hovane tên" û got: "Emê kiryarên vê êrîşê bibînin û cezayê ku heq dikin li wan bibirin. Ew li kê dera dinyayê bin jî emê wan biqefêlin û cezayê heq dikin bidin wan."
Di 31ê cotmehê de balafira bi tîpa Airbus-A 321ê ya sefera 9268 Şarm El-Şêx û St. Petersburgê dikir, piştî ku rabû demek bi şunda tevî 17 jê zarok, 217 rêwî û 7 xebatkarên xwe ve li bakurê Nîvgirava Sînaya Misrê ketibû.