Wassim Samih Seifeddine,Iyad Nabolsi,Hamdi Yıldız
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2024
Balafirên cengê yên Îsraîlê li dijî bajarê Baelbeka ku dikeve rojhilatê Libnanê êrîş li dar xist, di êrîşê da kesek hat kuştin, gelek kes birîndar bûn.
Li gorî NNAya ajansa fermî ya Libnanê, balafirên cengê yên Îsraîlê li bajarokê Saîdeya li rojavayê bajarê Baelbekê êrîş li dar xist.
Di encama êrîşan da ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest da.
Ji aliyekî din va Hîzbullah jî li dijî cihên sivîl û deverên edkerî yên aliyê Îsraîlê dike hedef, bi drone û topan bersivê dide.