15 Adar 2016•Rojanekirin: 15 Adar 2016
MOSKOVA
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hin jet û balafirên Rûsyayê ji bo ku ji baregeha hewayî ya li Sûriyeyê vekişin amadehiyan dikin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin ku hin personelên Rûsyayê li baregeha hewayî hin amûr û melzemeyan li balafirên kargoyê dikin û ji bo paşva vekişin amadehiyan dikin.
Di daxuyaniyê da nehat eşkerekirin ku wê balafirên ewil çi çaxê paşva vekişin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn do ragihandibû ku emir daye hin jet û balafirên Rûsyayê ji baregeha hewayî ya li Sûriyeyê vekişin.