NETEWEYÊN YAKBÛYÎ
Li gorî daxuyaniya ji berdevkiya sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Kî Mon li ser gotinên John Kerry ku daxuyan di navbera Filistîn û Îsraîlê de mizakereyên aştiyê ji nû ve dest pê kirin, kêfxweşiyên xwe anî ziman.
Ban, hewlên Kerry û biryara vegerina ser masê ya Îsraîl û Filistînê teqdîr kir. Ban got ku ji bo ku vîzyona du dewletî serfîraz bibe, divê her du hêl jî însiyatîfê bigirin, bi wêrekî û berpirsiyarî tevbigerin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew piştgiriyê didin mizakereyeke wetadar û hemû hewlên ku ji bo aştî li herêmê bê avakirin.