Abdullah Tel
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 24 Gulan 2018
ÎSTANBUL/WASHINGTON
Lijneya Dîrektorên Îcraya Bankeya Dinyayê ji bo berfirehkirina Tesîsa Depokirina Xaza Siruştî ya di bin Gola Xoyê krediya 600 milyon dolar digire û û heta 7 salan nayê dayîn û paşê jî di nav 22 sal û nîvan da wê par bi par bê razandin, erê kir.
Di daxuyaniya Bankeya Dinyayê da hat ragihandin ku ev pakêta fînansmanê wek "Projeya Berfirehkirina Depokirina Xaza Siruştî" hat erêkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di çarçoveya heman projeyê da ji bo ku Tirkiye ewlehiya erzkirina xaza siruştî zêde bike Tesîsa Depokirina Xaza Sirûştî ya di bin Gola Xoyê da serlêdan kiribû û di sala 2005an da 325 milyon dolar û di sala 2014an da jî 400 milyon dolar kredî jê ra hatibû erêkirin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di destpêkê da kapasîteya tesîsî milyarek metrekup bû. Bi Projeya Berfirehkirina Depokirina Xaza Siruştî va hikûmet wê meziniya tesîsa depoyê li heman deverê bi saya veberhênanê derxe 5 qatî û ji bo wê hewlê jî wê piştgirî bê dayîn."
- 7 salên ewil paşve nayê dayîn û 22 sal û nîv qewlê wê heye
Lijneya Dîrektorên Îcraya Bankeya Dinyayê di daxuyaniya xwe da ragihand ku tevahî bi qasî 600 milyon dolar krediya nû ji bo projeyê hat erêkirin û Tirkiye jî bi taybetî ji bo ku di mehên zivistanê da şewitandina komirê kêm bike hewl dide da ku hewa zêde qirêj nebe.
Hat destnîşankirin ku kredî heta 7 salan paşve nayê dayîn û paşê jî di nav 22 sal û nîvan da wê par bi par bê razandin.