23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
ANKARA
Rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê li Efrînê dijî Tirkiyeyê çawa bi hev ra hereket kirine, cardin derket meydanê. Duh li navbera Ereb Ûşaxî û Qetranliyê pevçûn derket û Mehmetçîk du terorîst berteref kirin. Hat tesbîtkirin ku terorîst endamên DEAŞa rêxistina terorê ne.
Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê ji bo berterefkirina mensûbên YPG/PKK-DEAŞê û her wiha ji bo ku xelkê herêmê ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xilas bike, 20ê rêbendana 2018an roja şemiyê "Operasyona Çiqlê Zeytûnê" dabû destpêkirin û operasyon dewam dike.
Mehmetçîk di çarçoveya operasyonê da ne tenê PKK/KCK/PYD-YPGya rêxistina terorê, di heman demê da DEAŞê jî dixe hedef. Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da Artêşa Tirkiyeyê di demeke kin da 23 kîlomêtre pêş ket, heta niha 282 niştewar û 50 cihên krîtîk ji terorîstan paqij kir. Ji hefteya borî pê va hejmara terorîstên ku hatine berterefkirin 4 hezar û 464 e.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê li Efrînê dijî Tirkiyeyê çawa bi hev ra hereket kirine, cardin derket meydanê. Piştî ku kontrola Efrînê hat bidestxistin, ûnsurê Artêşa Tirkiyeyê li herêmê lêgerîn û kontrolê didomînin. Di lêgerîn û kontrolan da duh du terorîst li navbera Ereb Ûşaxî û Qetranliyê hatin tesbîtkirin. Terorîst di pevçûnê da hatin kuştin û hat tesbîtkirin ku endamên DEAŞa rêxistina terorê ne. Bi vî hawî cardin derket holê ku PKK/KCK/PYD-YPGya rêxistina terorê li herêmê bi DEAŞa rêxistina terorê ra hereket dike.
Ji aliyekî din va alîkariyên ku Heyva Sor û Neteweyên Yekbûyî dişînin herêmê, bi piştgiriya Artêşa Tirkiyeyê va digihêje cihê xwe. Bi tevkariya AFAD-Mehmetçîk va di hefteya dawîn da li 52 niştewaran nêzî 6 hezar kesan alîkariya însanî hat belakirin. Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Azad li Efrînê fealiyetên paqijkirina mayîn û teqemeniyên destçêkirî didomîne. Di çarçoveya operasyonê da 222 mayîn û 1177 teqemeniyên destçêkirî hatin îmhekirin.