Elif Orhan
20 Mijdar 2017•Rojanekirin: 21 Mijdar 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) NêçîrvanBarzanî ji ber arîkariyên wê yên ku piştî erdheja ku li sînorê Iraq-Îranê qewinî da spasiya Tirkiyeyê kir
Serokwezîr Barzanî li Hewlêrê civîna çapemeniyê li dar xist û got ku "Dema erdhej çêbû Tirkiye di saetên ewil de ji me re arîkarî şand û ji ofîsa Serokomariyê telefonî me kirin. Em vê pîroz dikin û carek din spasiya wan dikin."
Barzanî li ser pirsa gelo dê Tirkiyeyê ziyaret bike yan na got ku "Heke derfet çêbe ku em Tirkiyeyê ziyaret bikin emê ji vê yekê gelekî kêfxwe bin. Em dixwazin ku wan jî vir bibînin."
Barzanî der barê teşebûsên birêvebiriya Bexdayê yên ji bo ku nefta Kerkûkê îxracê Îranê bikin de da zanîn ku haya wan ji mijarê tune.