İbrahim Uzun
02 Tebax 2026•Rojanekirin: 02 Tebax 2026
Li Kuşadasiya navçeya Aydinê ku navendeke giring a turîzmê ya Tirkiyeyê ye, bi tesîra germê liv û lebata li plajan zêde bû.
Li navçeya ku germahiya hewayê derket heya 30 pileyî, rêjeya têhnê jî derket ji sedî 70yî.
Turîstên xwemalî û biyanî yên ji germ û têhnê tengezar bûn, berê xwe dan qeraxan. Behra Jinan û Kuştur di serî da plajên li navçeyê tijî turîst bûn.
Hin turîst ji xwe ra ketin behrê, hinek turîstan jî li ber sîbera şemsiyeyan bêhna xwe dan.