Muhammet Kurşun
17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ANKARA
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî rexneyên tund li rêxistina terorî PKKyê girtin û got: "Nabe ku hêzeke din li wê derê hebe. Ew hêz rê li ber avabûna Şengalê û xebatên dezgehên hikûmetê digire. Nahêle ku Pêşmerge hereket bike."
Barzanî digel rêberên êzidiyan Babê Şêx û Mîr Tehsîn Beg civiya. Di hevdîtinê de behsa girîft û aloziyên devera Şengalê û pêşeroja êzidiyan hat kirin. Piştî vê dîdarê Barzanî, bi beşdariya Babê Şêx û Mîr Tehsîn Beg, digel endamên Encumena Rûhanî ya Êzidî, kesayetên dînî, civakî, rewşenbîrî, îdarî û eskerî yên êzidî yên ji Şengalê û deverên din ên Herêma Kurdistanê civiya.
Rêberên êzidiyan jî ragihandin ku Barzanî her daîm piştîvanê wan bûye û hêvîdar in ku di pêşerojê de jî ev helwest berdewam be da ku "planên nehezan neçine serî."
Barzanî di hevdîtinê de careke din rexne li îddiayên rêxistina terorî PKKyê girt û dubare kir ku, "Ne heddê tu hêzê ye ku pênaseyeke nû li ser êzidiyan bisepîne."
Serokê Herêmê li ser zilm, zordarî û karesatên bi serê Xelkê Kurdistanê de hatine axivî û diyar kir ku karesata Şengalê jî helqeyeke ji vê zincîrê ye.
Li ser serencamê êzidiyan Barzanî bi bîr xist ku di tarîxê de gelek zilm û înkar dîtine. Barzanî destnîşan kir ku zilm û zora li êzidiyan wek a hemû Xelkê Kurdistanê ye û wiha dewam kir:
"Ji bo vê yekê Pêşmerge ji bo azadkirina Çiyayê Şengalê û navenda Şengalê bi sedan şehîd bexişand. Pêşmerge bi qehremanî tola êzidiyan ji terorîstên DEAŞê hildaye. Niha ew terorîstên zalim ketin bin piyê êzidiyan."
Barzanî behsa gundê di destê DEAŞê de mane jî kir û wiha agahî da: "Di pêşerojê de ew herêm û gundên ku di destê DEAŞê de mane dê hemû bêne rizgarkirin. Divê em tevdîrên wisa bigirin ku karesatên li ser êzidiyan dubare nebin û baş bêne parastin."
Der barê wîlayetbûna Şengalê û avakirina bajêr jî wiha axivî:
"Me hemû hewlên xwe xistine holê ku Şengal di demeke nêz de were avakirin. Em bi rêya hikûmeta Herêma Kurdisanê, ya Iraqê û civaka navneteweyî re dixebitin ku jiyan vegere Şengalê. Herwiha karibe debara xwe bi rehetî li wir bike."
Der heqê hebûna rêxistina terorî PKKyê de jî Barzanî gotinên xwe wiha domandin:
"Sazî û dezgehên resmî yên Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge li Şengalê heye. Nabe ku hêzeke din li wê derê hebe. Ew hêz rê li ber avabûna Şengalê û xebatên dezgehên hikûmetê digire. Nahêle ku Pêşmerge hereket bike."
Barzanî helwesta civaka navneteweyî jî wiha ragihand: "Civaka navneteweyî jî dibêje heta ku hêzên derqanûnî li wê derê hebin, em ne amade ne ku arîkariya avakirina Şengalê bikin."
Di dawiya civînê de êzidiyên beşdar behsa rewşa Şengalê, Başîkê û deverên din ji Barzanî re kirin. Herwiha Mîr Tehsîn Beg û Babê Şêx jî yaddaştnameyek pêşkêşî BarzanÎ kirin.