17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
BAYBURT
Serokê Giştiyê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Em destkeftiyên xwe di demên îqtîdarên zeîf da ji dest didin. Çaksazî di dema îqtîdarên bihêz, îqtîdariyên tenyayî da tên kirin. Veberênan, xizmetguzarî, proje, aramî, geşdarî û ewlekariya bihêz di dema hikûmetên bihêz da tê meydanê."
Serokwezîr Yildirim di çarçoveya kampanyaya referandomê da li Caddeya Cumhuriyetê ya Bayburtê beşdarî mitînga partiya xwe bû û gotarek pêşkêş kir.
Yildirim piştî silavlêkirina gelê Bayburtê wiha dest bi axaftinê kir: "Ez weledê vê axê me. Îqlima wê hişk e lê belê mirovên wê camêr in. Bayburtê gelekî zehmetîkişandin. Digel Bayburtê jî teveka wîlayetên me. Tirkiye gelek badîre derbas kirin. Li Tirkiyeyê rê, pir, tunêl û bendav çênekirin. Ne tenê ji gından ra ji navçe û wîlayetan ra jî xizmet nebirin. Lê rojekê dengekî ji nav gel veda. Rêberê AK Partiyê, damezrîner û serokê wê yî giştî, Min îro silavên wî ji we ra anîn. Bi îqtîdara AK Partiyê tevî Bayburtê sîmaya 81 wilayetê Tirkiyeyê guherî. Nuha jî em dibêjin Bayburtê di tarîxa xwe da xizmeteke wiha nedîtiye."
- "Di maweya 3 serdeman da Tirkiye mesafeyeke gelek birî"
Yildirim behsa giringiya sê serdeman kir û wiha pê da çû: "Ew her sê serdem, ya yekem 1950-1960 serdema Partiya Demokrat ya Adnan Menderes, ya duyem serdema Partiya Anavatanê ya Turgut Ozal, em werin ser sedam sêyem serdema me, serdema we, AK Partî ya Recep Tayyip Erdogan. Di van her sê 3serdeman da Tirkiyeyê îstîqrar, geşe û mezin bûn dît. Di maweya 3 serdeman da Tirkiye mesafeyeke gelek birî lê di demên din da qeyran çêbûn, banqeyan top avêtin, faîz bilind bûn. Bizanin em destkeftiyên xwe di demên îqtîdarên zeîf da ji dest didin. Çaksazî di dema îqtîdarên bihêz, îqtîdariyên tenyayî da tên kirin. Veberênan, xizmetguzarî, proje, aramî, geşdarî û ewlekariya bihêz di dema hikûmetên bihêz da tê meydanê."