Elif Orhan
18 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê êrîşên li Diyarbekir û Enqereyê bi tundî şermezar dike.
Ji ofîsa Barzanî daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku êrîşên terorê yên li Diyarbekir û Enqereyê aramiya navxweyî û îstiqrara siyasî ya Tirkiyeyê hedef digire.
Di daxuyaniyê de ev hatin gotin:
"Di êrîşên terorê yên li Enqere û Diyarbekira bajarên Tirkiyeyê de esker û mirovên sivîl mirine. Em sersaxiyê didin malbatên kesên ku di vê bûyerê de mirin û ji bo birîndaran jî şifaya xêrê dixwazin.
Em van êrîşên terorê bi tundî şermezar dikin. Em wisa bawer dikin ku teror tehdîdeke mezin a ser îstiqrar, çanda bihevrejiyanê û aramiya civakî ya navxweyî ya Tirkiyeyê ye. Çalakiyên terorê aloziyên di nav Tirkiyeyê de zêde dike û dibe sedem ku pirsgirêk mezin bibin."