Abdullah Tel
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
HEWLÊR Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî der barê îdiaya Pêşmerge wê vegerin herêmên biniqaş ên Kerkûkê da diyar kir ku heta niha hevdîtineke fermî ya ji bo wê mijarê nehatiye kirin.
Barzanî piştî Civîna Wezîran daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û got ku ew îdiayên "Pêşmerge ji bo vegerin wan herêmên biniqaş ên Kerkûkê hevdîtin tên kirin" derew in û tiştek wisa tuneye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî destnîşan kir ku heta niha ji bo vê mijarê di navbera rêveberiyên Hewlêr, Bexda û Washingtonê da tu hevdîtineke fermî nehatiye kirin.
Barzanî ragihand ku ew rewşa herêmên biniqaş ji nêz va dişopînin û haya wan ji rûdanên diqewimin çêdibe û ji bo ewlehiya wan herêman jî piştgiriyê didin.
Ji Barzanî hat pirsîn ku di navbera Tirkiye û Silêmaniyeyê da gelo firîn wê ji nû va dest pê bikin yan na? û li ser vê pirsê Barzanî got: "Ji bo firîn ji nû va dest pê bikin di navbera Hewlêr û Enqereyê da hevdîtinên dest pê kirî dewam dikin."