Hat ragihandin ku lijneyeke parlementeran ku ji 10 kesan pêk tê ya ji Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), li ser vexwendina Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanakê dê sibê bê Tirkiyeyê.
Endama Komîsyona Civakî ya Sivîl û Parlementera HKIyê Êvar Îbrahîmê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku dê di çarçoveya ziyareta Diyarbekirê de bi Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û erkdarên din re bên bal hev.
Îbrahîmê got ku daxwaza wan ew e ku têkiliyên xwe bi saziyên li Diyarbekirê ne re xurttir bikin û wiha dewam kir: "Em ê têkiliyên xwe yên bi saziyên civakî yên sivîl re xurttir bikin û xebatên xwe yên di warê çandê de zêdetir bikin."
Îbrahîmê got ku ew difikirin ku herin Kobanêyê jî, rewşa Kobanêyê ya herî dawîn li cihê wê bibînin.
Hat ragihandin ku dê serokatiya lijneya here Diyarbekirê Serokê Koma Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yê Parlementoyê Salar Mehmûd, alîkariya wî jî Parlementerê Tevgera Goranê Perwa Elî bike.