Türkan Tosun
22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2020
Li herêmê zivistan ji bo mezinan zehmetî ye, lê ji bo zarokên dibistanên wan tetîl bûye jî kêf û seyran e.
Li gundê Çanakliyê ya 15 kîlomêtro dûrê Hekariyê ye, zarok xizangên xwe siwar dibin û li gir û rêyên qeşagirtî xwe dişiqitînin.
Zarok hildikişin palê û xwe berdidin jêrê, bi hev ra dikevin pêşbaziyê.
Ji zarokan Alim Adiyaman got li gundê wan berf zêde dibare, ew bi hevalên xwe ra dilîze û ji ber vê kêfxweş e.
- Mûş
Li gundê Yedîpinara 25 kîlomêtro dûrî navenda Mûşê ye jî zarok bi xizangên xwe va xwe dişiqitînin û şa dibin.
Zarok erdê dikevin, ser û kincê wan şil dibe, lê dîsa jî guh nadin sermayê.
Li gundê Karabeyê jî zarok xizangên xwe bi hespan va girê didin û xwe dişiqitînin.
- "Dema ew kêfxweş dibin em jî kêfxweş dibin"
Welatî Yasîn Becerîklî got dema ew vala ye ji bo zarokan kêfxweş bike xizangên ka û gihayê heywanan pê dikşînin ji bo zarokan bi kar tîne.
Becerîklî wiha axivî: "Em zarokan li xizangan siwar dikin û hewl didin ew dema xwe xweş derbas bikin. Dema ew kêfxweş dibin em jî kêfxweş dibin. Zarok pir şa dibin."