22 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2020
Şêniyên Til Ebyadê ku ji ber dagirkeriya YPG/PKKê reviyabûn bi piştevaniya Navenda Koordînasyon û Piştgirya Sûriyeyê ya Walîtiya Şanliurfayê (SUDKOM) va paşve dizivirin welatê xwe.
Alîkarê Midûrê Gumrukê yê Til Ebyadê Welîd Hewîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Duh 200 malbatên din vegeriyan."
Hevîş ragihand ku li herêmê bi saya şaxên ewlehiyê asayîş baş e û ji kesên koç kirine xwest ku bila vegerin ser mal û milkên xwe yên li Til Ebyadê.
Ebû Ehmedê ku piştî şeş salan vegeriya mala xwe got: "Înşeallah kesên mîna me ji malên xwe dûr ketine bizivirin ser mal û milkên xwe."
Til Ebyad bi saya Hereketa Kaniya Aştiyê ku Artêşa Tirkiyeyê bir serî va di 13ê Cotmeha 2019an da hatibû rizgarkirin.