Önder Beyter
12 Adar 2020•Rojanekirin: 12 Adar 2020
Der heqê berhemhênerê 67 salî ku li New Yorkê bi kefaleta beramberî 5 milyon dolarî ne girtî dihat darizandin da ji 5 heta 25 salan cezayê hebsê dihat xwestin.
Weinsteinê ku "destdirêjî" û "tacîza cinsî" jî di navê da ji ber 5 sûcên cuda hat darizandin, ji ber îstismara cinsî û destdirêjiya pileya sêyemîn sûcdar hat dîtin û 23 sal cezayê hebsê xwar.
- Doza ku der heqê Weinstein da li Los Angelesê hat vekirin dewam dike
Heta niha zêdetirî 75 jinên ku jê zêdetirî 30 jin lîstikvan in, Weinstein bi sûcê tacîza cinsî û destdirêjiyê sûcdar kiribûn.
Ji aliyekî din va doza ku der heqê Weinstein da li Los Angelesê ji ber îdiayên tacîza cinsî û destdirêjiyê hat vekirin dewam dike.