İbrahim Atmaca
08 Îlon 2018•Rojanekirin: 10 Îlon 2018
PEKÎN
Li Çînê bermahiyên fosîlên dînozorekê ya 130 milyon sal berê hat keşifkirin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê, zanyarên Çînî li eyaleta Hibeyê ku dikeve bakurê welêt, li bajaroka Liçilongê ya wilayeta Xweser a Fingnîng Manê fosîlên hestiyê qorika dînozoreke ku 130 milyon sal berê jiyaye dît.
Li ser fosîlên ku perçe perçe bûne xebat hat kirin û li gor xebata dînozor di navbera 7 û 10 mêtreyan da dirêj e.
Tê texmînkirin ku dibe ev dînozor cisnekî nû be.
Ji aliyekî din va rêvebiriyên herêmî pesend kirin ku li herêmê kolan dest pê bikin. Tê texmînkirin ku vedan wê 2 salan bidome.
Li Fingnîng Manê di sala 2014an da jî fosîlên dînozoran hatibûn dîtin.