06 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
NEW YORK
Twîttira ku ji avakirina xwe vir da ji bo nivîsandinê destûrê dide 140 karakteran diyar kir ku dikare hejmara karakteran derxe 10 hezarî.
Di xebera ku li ser malpera Re/Codeyê bê çavkanî hat weşandin da hat diyarkirin ku Twîtter xwe amade dike ku destûra 140 karakterî zêde bike.
Di xeberê da hat destnîşankirin ku di dawiya nîsanê an jî serê gulanê da ew ê destûra 10 hezar karakterî bê dayîn, xêncî vê gelek tiştên teze jî yê bên çêkirin.
Şirketa Twîtterê der barê van xeberan da tu daxuyanî neda, CEOyê şirketê Jack Dorsey di hesabê xwe yê twîtterê da mizginiya hin tiştên teze da.
Dorsey di hesabê xwe da resma nivîseke ku ji hezar û 325 karakteran pêk tê weşand. Dorsey got tesbît kirin ku ji ber kêmasiya hejmara karakteran gelek endamên malperê resma nivîsîn xwe yên dirêj dikişînin û wisa parve dikin, difikirin ku parvekirina nivîsê ji ya resmê baştir e.
Dorsey got kêmbûna destûra karakteran endaman pêş dixe û ji bo vê jî gelekî ji vê hez kirin lê belê li gor daxwaza bikarhêneran tiştên teze jî lazim in û ew ji bo vê dixebitin.
Dorsey di daxuyaniya xwe da bi awayekê eşkere negot ku destûra hejmara karakteran zêde dibe lê belê der barê xeberên ku dibêjin hejmara karakteran yê derkeve 10 hezarî jî negot derew e.