ÎSTANBUL
Berpirsyarê Têkiliyên Karên derve yê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Ehsan Şêx Ebdûlezîz diyar kir ku piştgiriyê didin teşebûsên Hikûmeta Tirkan ya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan. Ebdûlezîz daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Di nav rêxistinê de hê jî gotina herî dawîn ya Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê her çiqas nêrînên cuda yên hezkiriyên wî hebin jî, ne gengaz e ku li hember fikrên wî derkevin. Ji ber vê yekê divê agahî û pêşniyazên Ocalan neyên paşguhkirin. Xebatên ku di çarçoveya pêşniyazên wî de bên kirin, dê encam bidin."
Ebdûlezîz ji bo têkîliyên bi Wezareta Karên Derve re hat Stanbolê û diyar kir ku ji bo ku pêvajoya çareseriyê ser bikeve çi ji destê wan bê dê texsîr nekin.
Ebdûlezîz li ser rûdanên pêvajoya çareseriyê sekinî û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em dizanin ku pêvajoya çareseriyê ji bo her du aliyan jî gelekî girîng e. Em di vê xakê de bi sedan sal bi hev re jiyan. Em hevdu nas dikin, cudahî û manendiyên hev dizanin. Ji ber van hêmayan jî divê mûzakere bi hêsanî çêbin. Em ji bo avakirina aştiyê heyama herî guncav de ne. Di vê heyama ku herêm tê de ye, Hikûmeta Tirkan pêvajoya çareseriyê da destpêkirin, ev yek ji bo herêmê gelekî girîng e lê belê nika ev pêvajo hinekî xitimiye. Hin welatên cînar yên wek Îran û Rûsya naxwazin ku pêvajoya çareseriyê bi ser nekeve. Ji ber vê yekê bêyî buhurandina wext, divê demildest gavên şênber bên avêtin."
Ebdûlezîz diyar kir ku wek Partiya Îslamî ya Kurdistanê ketin di nav hewldanên manend û wiha pê de çû: "Hin hewldanên Tevgera Îslamî ya di bin serokatiya bavê min de, di salên 1990î de ji bo çareseriyê çêbûn. Min bixwe ji bo mijarê di sala 1997an de bi Abdulah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Min got Ocalan ku çareya herî baş ew e ku bi Hikûmeta Tirkan re biaxive. Oclan bersiveke erênî dabû vê pêşniyaza me, lê gava li sûriyê alozî derketin mecbûr ma ku ji sûriyê bireve."
- Ji AAya kurdî re pesn
Ebdûlezîz diyar kir ku weşana AAyê ya kurdî kêfxweşiyeke mezin e û nirxandineke wiha kir: "Çapemenî dişibe kêrekê ku tu çawa dixwazî wisa bi kar tînî. Li gor armanca xwe bi kar tînî, ji ber vê yekê çapemeniyeke ku nûçeyên rast çêdike gelekî girîng e."