Alaattin Doğru
16 Adar 2022•Rojanekirin: 17 Adar 2022
Kuleya Eyfelê ku sembola Fransayê ye, 6 mêtre antena radyoyê danîn ser û dirêjahiya kuleya derket 330 mêtreyî.
Li gor nûçeyên çapemeniya welêt, îro serê sibehê bi firokeyan 6 mêtre antena radyoyê li ser tepa kuleya navdar hat bicihkirin.
Karkeran di nav 10 deqîqeyan da bi firokeyê anten li ser kuleyê danî.
Di 31ê adarê da li ser çêkirina kuleya sembol ra 133 sal derbas dibe. Bi danîna antenê va dirêjahiya kuleyê ji 324 mêtreyan derket 330 mêtreyan.
Gustave Eiffel ji bo Fuara Dinyayê (Expo) ya 1889an çêkir û pêşiyê di 1959an da paşê di 2005ê da antena têlevîzyonê ya dijîtal lê hatibû zêdekirin û kule dirêj bûbû.
Kuleya Eyfelê li hemû dinyayê sembola Fransayê ye, di 2 salên dawîn da ji ber şewba Kovîd-19ê ziyaretvanên wê kêm bûn, lê her sal nêzî 6 milyon turîst kuleyê ziyaret dike.