Gurgîn Kocunê asûrî yê ku piştî 25 salan ji Fransayê vegeriya Silopiyê bang kir û got ku divê ji ber êrîşên rêxistina terorê DÎŞIyê tiştek bê kirin û alîkariya asuriyên li Iraq û Sûriyeyê bê kirin.
Kocun 25 sal berê ji ber rewşa welat a nebaş koçî Fransayê kir. Niha ji ber ku rewş aram e vegeriya gundê xwe ya li Silopiyê.
Kocunê 62 salî ji nûçegihanê AAyê re got ku rêxistina terorê DÎŞIyê li bajaroka Tel Nemira girêdayê Hesekeya Sûriyeyê 90 xrîstyan revandibû û di nav wan de asurî jî hebûn.
Kocun wiha axivî: "Berê jî 2 keşîş hatibûn revandin û tu xeber ji wan nehat. Em nizanin di destê DÎŞIyê de çend asurî hene. Dema em bûyerên li Sûriyeyê dinêhêrin em dibînin ku gelê asurî û suryanî bêkes in. Gelê me ne xema dinyayê ye. Hemû dinya van bûyeran şermezar dike, lê tu kes tiştekî nake. Bila alîkariya gelê me yê Iraq û Sûriyeyê bikin."
- Ji ber tehdîda DÎŞIyê asurî venagerin gundên xwe
Kocun got ku asurî û suryaniyên koçî Ewropayê kirine ji ber tehdîda DÎŞIyê naxwazin vegerin welêt û wiha axivî: "Vê havînê 7 û 8 malbatan biryara vegerê dabûn. Lê ji ber tehdîda DÎŞIyê ya li Iraq û Sûriyeyê tirsiyan û venegeriyan. Hin caran hevalên me telefon dikin û dibêjin 'DÎŞI nehate li wan deran?' Heta rewş bi temamî baş nebe ew ê venegerin."