Fatih Gazioğlu
27 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2019
Li Vîctorîaya eyaleta Awustralyayê kesekî ku bi dedektorê li zeviya xwe lêgerîn dikir qasî 2 kîlo zêrê xam dît.
Li gor nûçeya ku li Saziya Weşanê ya Awustralyayê hat weşandin, kesekî li bajarê Ballarata li bakurê welêt dijî di dema ku bi dedektorê lê zeviya xwe lêgerin dikir, 30 santîmetre di bin erdê da qasî 2 kîlo zêrê xam dît.
Li gor agahiyan bihayê zêrê ku hat dîtin dike 90 hezar dolar (130 hezar dolarê Awustralyayê)
Zêrînger Mark Day got ku xwediyê zêr di dema zêrê xwe anî dikana wî zehf bi kelecan bû û wiha axivî: "Dema zêrê xwe nîşan min da diricifî. Gelekî bi kelecan bû. Nizanibû ka wê vî zêrî çawa bike. 3 rojan xew neketibû çavan."
Day got ku ji ber ewlehiya wî nikare navê wî û ciyê ku zêr lê dîtiye eşkere bike.