Bahattin Gönültaş
08 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2025
BERLÎN (AA) - Onsa zêr a ku îsal bi 2 hezar û 620 dolarî dest pê kir, ji ber geşedanên jeopolîtîk, terîfeyên rêveberiya Amerîkayê û nediyariyên siyasî yên li dinyayê li ser rêveçûneke kirînê berdewam bû. Piştî ku ragirtina hikûmeta federal a Amerîkayê jî li van geşedanan zêde bû, leza bilindbûna di onsa zêr da jî zêde bû.
Onsa zêr îro cara ewil ji 4 hezar dolarî derbas bû. Onsa zêr a bi awayekî pozîtîf dest bi rojê kir, derket 4 hezar û 37,10 dolarî û rekor bi dest xist.
Bi vî awayî onsa zêr ji sersalê û vir va zêdetirî 1400 dolarî nirxê xwe zêde kir.