10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
KÎEV
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Pavlo Klîmkîn hevdîtinek kir û pişt re civîneke çapemeniyê ya hevpar hat lidarxistin.
Di hevdîtinê de di navbera wezîrên herdu welatan de Plana Îstîşareyê ya sala 2017-2018an hat îmzekirin.
Çavuşoglu daxuyand ku 25emîn sala têkiliyên dîplomatîn ên Tirkiye û Ukraynayê tên pîrozkirin û ew mutabiq mane ku bi nasnameyê ve Tirkiye û Ukrayna wê bê ziyaretkirin.
Çavuşoglu sipasiya Ukraynayê û gelê Ukraynayê kir û wiha axivî: "Par hejmara turîstên ku ji Ukraynayê hatine ji sedî 50 zêde bû. Em kêfxweş in ku me mêvandariya milyonek û 25 hezar ukraynayî kir. Em dixwazin ziyaret bên kirin û hejmara turîstan zêde bibe, di navbera gelan de têkilî çêbibe. Ji ber vê welatiyên me ji bo ku bikaribin ji vir pê va bêyî pasaportê bi nasnameyê ve welatên me ziyaret bikin, me amadehî temam kir. Beriya havînê emê vê pêk bînin."