Muhammet Kurşun
10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
DIHOK
Serokê Encumena Navçeya Telaferê Mûhemmed Ebdulqadir Ebdullah, ragihand ku li gor malûmatên wan nêzîkî hezar çekdarên DEAŞê xwe li Telaferê veşartine û piraniya wan jî ji eşîrên Ereb û Tirkmen ên herêmê pêk tên.
Ebdulqadir der barê operasyona rizgarkirina Telaferê, rewşa dawî ya qezayê û têkiliyên DEAŞ û PKKê de ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê re axivî.
Abdullah behsa wê yekê kir ku DEAŞiyan haziriya berevaniyê kiriye û ji bo wê yekê jî xwe di nav bajêr de veşartine. Ew wiha axivî:
"Li gor malûmatên ku me ji saziyên ewlehiyê wergirtine nêzîkî hezar çekdarên DEAŞê xwe li Telaferê veşartine. Piraniya wan jî ji eşîrên Ereb û Tirkmen ên li herêmê pêk tên. Di nav wan de hinek endamên DEAŞê yên biyanî hene ku postê wan Emîr e û çekdarên din îdare dikin. DEAŞ, li hemû kolan û sikakan mewziyên xwe ava dike û xwe amadeyî parastinê dike."
Ebdullah diyar kir ku çekdarên DEAŞê ji aliyekî ve jî direvin û diçine Sûriyê:
"Her ku operasyona rizgarkirina Telaferê nêzîk dibe xelkê li wê derê hinek ber bi Sûriyê ve hin jî ber bi navçeyên Iraqê ve direvin. Hinek jî li bendê ne ku Telafer ji DEAŞê were rizgarkirin."
Berpirsê îdarî yê Telaferê Ebdullah got ku dê Heşda Şabî ji bo azadkirina derdora bajêr beşdarî şer bibe lê Pêşmerge di nav mekanîzmayê de tuneye.
- "PKK arîkariya DEAŞê dike"
Ebdullah got ji ber ku operasyon nêzîk e çekdarên DEAŞê ber bi Sûriyê ve direvin û ew deverên ku tê re derbas dibin di destê PKKê de ne, eger PKK ji wan re arîkar nebe "ne mumkin e derbasî Sûriyê bibin". Ew wiha pê de çû:
"Eger destê PKKê di destê DEAŞê de nebe, bi tu awayî yek çekdarê DEAŞê jî nikare di wan navçeyan re derbas bibe û xwe bigihîne Sûriyê."