Dlshad Saifaalddin Ahmed
13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 15 Nîsan 2017
SILÊMANÎ - DILŞAD SEYFEDDÎN AHMED
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman li Dinyayê û alimê kurd Prof. Dr. Elî Qeredaxî, referandûma 16ê Nîsanê ya guherîna destûrê û tesîra vê li ser alema îslamî de got: "Bihêzbûna Tirkiyê di qazanca welatên îslamî û erebî de ye jî. Tirkiye dixwaze ji bo cîhana îslamî û erebî xizmetê bike. Loma dê alema îslamî û erebî ji bihêzbûna Tirkiyê sûdmend bibin. Divê hemû xelkê Tirkiyê yek bin, li welat edalet hebe û xweşî geşe bike. Bi vî awayî dê xizmeta li welat bigihê dorûberê wê jî."
Alimê kurd Qeredaxî, li ser referandûma 16ê Nîsanê ya guherîna destûrê û tesîra vê li ser alema îslamî, rewşa Sûriyê û mesûliyeta dewletên cîhanê, nêzîkbûna bidawîhatina DEAŞê li Iraqê, weziyeta sunniyan li Iraqê nirxandinên giring ji bo peyamnêrê AAyê kirin.
Di serî de girêdayî referandûma li Tirkiyê ya ji bo guherîna destûrê Qeredaxî wiha axivî:
"AK Partiyê bi sîstema parlamenteriyê jî gelek xizmetên baş li Tirkiyê kirin. Cîhanê jî fêdeyeke baş ji van xebatan wergirt. Tirkiye gelekî pêşde çû. Bi taybetî jî di warê aborî, komeleyî û siyasî de gavên mezin avêtin."
"Dê alema îslamî û erebî ji bihêzbûna Tirkiyê sûdmend bibin"
Li ser zext, astengî û kampanyayên berfireh ên li Ewropayê der heqê Tirkiyê de wiha nirxandin kir:
"Bihêzbûna Tirkiyê di qazanca welatên îslamî û erebî de ye jî. Tirkiye dixwaze ji bo cîhana îslamî û erebî xizmetê bike. Loma dê alema îslamî û erebî ji bihêzbûna Tirkiyê sûdmend bibin. Divê hemû xelkê Tirkiyê yek bin, li welat edalet hebe û xweşî geşe bike. Bi vî awayî dê xizmeta li welat bigihê dorûberê wê jî."
Qeredaxî bang li misilmanên Tirkiyê kir û got:
"Şîreta min li hemû misilmanan bi taybetî xelkê Tirkiyê re ew e ku guh nedin gotinên biyaniyan û Ewropiyan. Divê ew binêrin ka çawa dikarin xwe pêşde bibin. Divê di warê pîşesazî, teknolojî û parastinê de bihêz bibin. Divê em bikaribin xwe bihêz bikin."
Di mijara Sûriyê de Qeredaxî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye barekî mezin girtiye ser xwe û di vê da berdewam e û wiha got: "Tirkiyê di mijara Sûriyê de mesûliyeteke mezin girt ser xwe. Heta niha 3 milyon penaber hewandine. Li tu cihî ev nebûye. Wek din di navbera 3 û 5 milyon kesî de li wî welatî dijîn. Ji aliyê siyasî ve jî Tirkiyê hewleke mezin daye."
"Pêşeroja sunniyan li Iraqê bikêşe ye"
Di dawiyê de Qeredaxî fikara xwe der barê rewşa sunniyan de anî ziman û bangewaziyeke wiha kir:
"Eger sunniyên Iraqê hev negirin pêşeroja wan gelekî bikêşe ye. Bi qenaeta min li ser hemû sunniyan kurd, ereb û tirkmen ferzeke şer'î ye ku digel ehlê Iraqê bicivin. Divê merciekî wan hebe ji bo hemû Iraqê. Ev li ser welatîbûn û heq û hiqûqê ye ne li ser taîfî."