15 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
BEXDA
Tony Blinkenê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê ji bo temasên fermî hat Iraqê û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ra jî hat ba hev.
Çapemenî hilnedan civîna Barzanî û Blinken. Di malpera fermî ya Serokatiya HKIyê da der barê hevdîtinê da agahî hatin dayîn û hat diyarkirin ku di hevdîtinê da li ser têkoşîna ku li dijî DAEŞê tê dayîn û têkiliyên Hewlêr û Washingtonê hat axaftin.
Li gor daxuyaniyê Tony Blinkenê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê silavên taybetên Serokê DYAyê Barack Obama ji Serok Barzanî ra anî û ji bo têkoşîna ku li dijî DAEŞê hat dayîn jî pesnê pêşmergeyan da.
Blinken diyar kir ku Barzanî di têkoşînê da fermandariyeke mezin kir û got, "Bi saya qehremaniya pêşmergeyan va me li dijî DAEŞê serkeftinên baş bi dest xist."
Barzanî jî ji bo alîkariya ku gelê DYAyê û Obama dan gelê HKIyê û hêzên pêşmergeyan, sipas kir û got ku bi saya hevkariya herdu aliyan da li dijî terorê rêyeke zehf rind yê bê hildan.
Hat diyar kirin ku di civîna ku tê da li ser operasyona rizgarkirina Mûsilê axivîn da Barzanî bal kişand ku pêvajoya piştî rizgarkirinê giring e.
Barzanî bal kişand ku dibê mafên xiristiyan, êzdî, ereb, kurd, tirkmen û hemî kêmnetewan hildin bin garantiyê û ji bo ku pirsgirêkên teze dernekevin tevdîr bên hildan.