Dildar Baykan Atalay
07 Îlon 2023•Rojanekirin: 07 Îlon 2023
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken di ziyareta xwe ya Ukraynayê da behsa pakêteke nû ya alîkariyê kir û got ew ê milyarek dolar alîkarî bidin Ukraynayê.
Blînken ji nişkê va bêyî ku pêşda bê eşkerekirin çû Ukraynayê û li wir bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy û Serokwezîr Denîs Şmigal û Wezîrê Karên Derva Dmîtro Kuleba ra hevdîtinek pêk anî.
Beriya hevdîtinê Blînken daxuyanî da çapemeniyê û got Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo Ukraynayê bidomîne û ji bo vê jî ew ê milyarek dolar alîkarî bidin Ukraynayê.
Blînken anî ziman ku di vê hefteya dawîn da Ukrayna li hemberî Rûsyayê gelekî pêşva çûye.
Di vê pakêta alîkariyê da 175 milyon dolar ji bo parastinê hatiye veqetandin ku di nav wan da moşek, tankên Abramsê, muhimatên tankan yên uranyumê û dijetank hene.
Bi qasî 300 dolar ji bo jinûveavakirina herêmên ku ji destê Rûsyayê hatine hildan, 100 milyon dolar ji bo eskerên biyanî, 206 milyon dolar ji bo alîkariya mirovî û yê mayî jî ji bo mesrefên pêşerojê hatiye dayîn.